Hevalino, hûn amade ne ku; Bajar bi bajar, gund bi gund, kolan bi kolan bigerin û lîstikên nû hîn bibin? Gulokê tê!
Em dê bi Gulokê re bi veşartokê û tepa min li te, bi xaran û canan bilîzin. Em dê hem bilîzin hem hîn bibin. Gulokê dest pê dike!
Hevalên me Ronî û Sarya her hefte tiştekî nû hîn dibin.
Werin em jî bidin pey wan. Dema Kurmancîyê li benda we ye.
Agahîyên rengîn..
Em bi bernameyeke nû tên pêşberî we; Amûrjen!
Her beşê, zarokek dibe mêvanê studyoya me, amûrekê bi me dide naskirin, behsa wê dike û pişte bi wê amûrê ji me re stranekê dibêje.
Me kêfeke mezin jê kir, ka em binêrin bê kêfa we jê jî re tê!