Serê her sibehê Roj hiltê û Teletabîyên me şîyar dibin.
Tinky Winky, Dipsy, Laa-Laa û Po her sibeh silavê didin me.
Em dê her sibeh di Zarok TV’yê de bi teletabîyan re dansê bikin.
Em bi bernameyeke nû tên pêşberî we; Amûrjen!
Her beşê, zarokek dibe mêvanê studyoya me, amûrekê bi me dide naskirin, behsa wê dike û pişte bi wê amûrê ji me re stranekê dibêje.
Me kêfeke mezin jê kir, ka em binêrin bê kêfa we jê jî re tê!
Caillou bi rêberîya dê û bavê xwe li derdora xwe dinêre, keşf dike û fêr dibe.
Caillou bi hevalên xwe re hest dike, xeyal dike û saz dike.
Caillou li ser ekranên Zarok TV’yê serborîyên xwe par ve dike.
Em dikarin her tiştî bikin. Em bi lîstikan dilîzin, govendê digirin, ji ajelan hez dikin.
Car caran jî şûmitîyên/mizawirîyên biçûk dikin. Dîmenên me yên şîrîn, bi saya “bikişîne bişîne”yê tên ser ekranê.