Satelayt (Satellite)

Zêdetir

Weşana Zindî (Live)

Temaşe Bike
Bernameyên Me (2023 - 2024)
wesanazindi
direzede
Image Programme

Aferîdeyên Pir Biçûk

Niha di weşanê: 07:15 - 07:45

Xêzefîlmekî nû yê pênc aferîdeyên biçûk û bimeraq e ku gava kes tune be bi kêfeke mezin meydana lîstikê ya zarokekî kifş dikin.

Pembe, Şîn, Porteqalî, Zer û Kesk her beşê derdora xwe kifş dikin û bi saya lîstikan xwe, hevalên xwe û cîhana derdora nas dikin.

Mijara her beşekê li ser alîyekî jîyana wan zarokan e ku nû dest bi meşê dikin;
dixwazin hevaltîyê, empatîyê û xebata bi hev re fêr bibin û cudatîyên hev fam bikin.

Carek Ji Caran

07:45 - 07:55

Carek ji caran… Çîrokên cûr be cûr, çîrokên bi her rengî..

Heidi

07:55 - 08:05

Keçika swîsrî Heidi ji jîyana li serê çîyê hez dike û yekser hevalan çê dike.

Xortekî bi navê Peter heye ku her roj diçe ber kerîyê bizinan. Peter li cem Dapîra xwe dimîne, mala wan hinekî li jêra çîyê ye lê ne zêde dûrî gund e.

Kêfa Heidi’yê tê ku serdana Dapîra Peter bike û bi Peter re bilîze. Heidi, sembola rastî û qencîyê ye. Çîrokeke bicoş e û tijî serpêhatî ye!

Arîn û Beybûn

08:05 - 08:35

Hûn bi xêr hatin “Arîn û Beybûn” ku em li ser rêya ber bi Zena Hundirîn ve ditewin, vedizilin û fîqefîqê dikin.

Werin, hûn jî bikêf û bi fîqefîqeke ku dem û fezayê ditewîne,
beşdarî van yogîyên biçûk bibin ku hiş û bedenên xwe kifş dikin.