Zanyar û Sêrbaz; di her beşê de berê xwe didin ceribandinên mişt-zanistî û serpêhatîyên nû.
Eger hûn meraq dikin ku zanist çi ye û tişt “Çawa Çê Bû”ne; vê gavê ev bername bernameya we ye!
Em bi bernameyeke nû tên pêşberî we; Amûrjen!
Her beşê, zarokek dibe mêvanê studyoya me, amûrekê bi me dide naskirin, behsa wê dike û pişte bi wê amûrê ji me re stranekê dibêje.
Me kêfeke mezin jê kir, ka em binêrin bê kêfa we jê jî re tê!
Gelo hûn efsaneya Newrozê dizanin? Baş e, Ehmedê Xanî kî ye? Yan jî serê salê ji bo me tê çi wateyê? Haydê, em tev bi hev re hîn bibin!
Em bi sezoneke nû ya bernameya xwe vedigerin! Bernayeke tijî bazdan, hêcan û coş! Qewsikanê, Zembîlanê, Nehberk û Goggerok..
Em bi hev re bi hemû lîstikên xweş dilîzin! Em bi hev re stranên xweş dibêjin. Çerx ji bo “Kêf Kêfa Min e” dizivire!